Serokê Fransayê gihîst Bexdayê
PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron, bi serdaneke fermî gihîşt Iraqê û li Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve hat pêşwazîkirin. Biryar e, Macron sibe serdana Hewlêrê jî bike.
Bi armanca beşdariya di civînên Lûtkeya Herêmî ya Bexdayê de ku ji bo piştevaniya aramiya Iraq û navçeyê li dar dikeve, Serokê Fransayê Emmanuel Macron derengê îro berbangê gihîşt Bexdayê.
Herwiha biryar e Macron serdana Herêma Kurdistanê bike û bi Serok Barzanî re bicive û pişt re jî serdana Mûsilê bike.
Lûtkeya Bexdayê ya ji bo Hevahengî û Hevbeşî, îro bi beşdariya serkirde û berpirsên 9 welatên cîran û herêmê, nûnerên Yekîtiya Ewropayê, Netewên Yekgirtî, Komkara Erebî û Encûmena Hevkarî ya Kendavê destpê dike. Ji bo vê yekê jî rêkarên ewlehiyê yên tund li Bexdayê hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin