Serokê Ukraynayê bi vîrusa Koronayê ket

10 November 2020 10:51 0 dîtin
Serokê Ukraynayê bi vîrusa Koronayê ket

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy bi vîrusa Koronayê ket.

Li gor roja Duşemê Zelenskiy ji ser hesabê xwe yê fermî yê Telegramê diyar kir, tevî hemî tedbîrên li dijî vîrusa korona jî ew bi wê vîrusê ketiye, rewşa wî baş e û ew ê di karantînayê de karên xwe bimeşîne.

Şewiremendekî li pêş yên Zelenskiy, Yulia Kovaliv jî di demeke nêz diyar kiribû, ew bi vîrusa Korona ketiye.

Medya Ukrayna da zanîn ku Wezîrê Fînansê Sergey Marchenko jî bi vîrusa Korona ketiye lê ew nûçe ji alîyê jêderên fermî ve hîn nehatiye piştrastkirin.

Li Ukrayna pêketina vîrusa Korona ya pêşî di 3yê Adarê de hatibû tespîtkirin û Hikûmetê di 17ê wê mehê de tedbîrên li dijî wê vîrusê ragihandibûn.

Ew tedbîrên li dijî vîrusa Korona piştre hatibûn sistkirin û di 1ê Tebaxê de ji nû ve ketibûn merîyetê.

Jêderên Tenduristiyê yên Ukraynayê dibêjin, heta niha ji 469 hezaran zêdetir kes bi vîrusa Koronayê ketine û 8565 kes bi wê can dane.