Serokên Yekîtiya Ewropayê serdana Tirkiyê dikin
PeyamaKurd - Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel û Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen 6ê Nîsanê serdana Tirkiyeyê dikin.
Charles Michel, hefteya borî piştî Zîrweya YEyê ku mijara sereke Tirkiye bû, ragihandibû ku ew bi meqamên tirk re di nav danûstandinê de ne û amadekariya serdanekê bo meha nîsanê dikin.
Di zîrweyê de tevî ku Yekîtiya Ewropayê ji ber mafên mirovan, demokrasî û hiqûqê nîgeraniyên xwe bo Tirkiyê ragihandibû, li ser nermkirina krîza Rojhilatê Derya Spî û mijara koçberan jî hevkariya xwe eşkere kiribû û biryar hatibû dayîn, gavên erênî ligel Tirkiyê bên dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin