Serokomarê Iraqê: Proseya dengdanê pîroz dikim

20 October 2024 13:06 0 dîtin
Serokomarê Iraqê: Proseya dengdanê pîroz dikim

PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Ebduletîf Reşîd, wek hemwelatiyekî Herêma Kurdistanê îro danê sibehê li Bexdayê dengê xwe bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi kar anî.

Reşîd piştî dengê xwe da got, “Piştî proseya dengdanê ya taybet îro dengdana giştî ya Herêma Kurdistanê tê kirin. Dixwazim berî her tiştî vê proseya hilbijartinê pîroz bikim û hêvî dikim, parlamentoyeke di xizmete gelê Herêma Kurdistanê de bê avakirin.”

Herwiha Reşîd diyar kir ku ew pê kêfxweş e ku proseya dengdanê baş dimeşe.

Hêjayî gotinê ye, dengdana giştî ya xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê îro 20ê Cotmeha 2024an, li demjimêr 07:00ê sibehê dest pê kir û heta demjimêr 18:00ê êvarê dewam dike.

Hilbijartin di bin çavdêriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê de tê kirin ku 2 milyon û 683 hezar û 618 hilbijêr dikarin deng bidin.