Serokomarê Ermenistanê îstifaya xwe ragihand

23 January 2022 22:24
Serokomarê Ermenistanê îstifaya xwe ragihand

PeyamaKurd - Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan ragihand ku wî dev ji posta serokomariyê berdaye.

Armen Sarkisyan li ser sedema îstifaya xwe daye xuyakirin ku wî ew biryar ji ber kêmbûna erkên xwe daye.

 Li gorî daxuyaniya Sarkisyan erkên wî yên serokomariyê rê nedidan bandorê li ser siyaseta navxwe û derve bike û lewma jî ew ji posta serokomariyê vekişayeye.