Serokomarê Fransayê Macron gihîst Bexdayê

02 September 2020 12:29 0 dîtin
Serokomarê Fransayê Macron gihîst Bexdayê

PeyamaKurd - Serokê Fransayê Emmanuel Macron, îro di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşt Bexdayê û wê li gel hersê serokatiyên Iraqê û herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.

Ji bo civîna li gel Macron, îro Çarşemê 2ê Îlonê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diçe Bexdayê.

Li gor zanyariyan, civîna li gel Nêçîrvan Barzanî li ser daxwaza Macron bûye û îro piştî nîvro tê lidarxistin, ji ber kêmiya demê Macron nikare serdana Hewlêrê bike û li Bexdayê jî dê tenê çend saetan bimîne.

Li gor agahiyan, mijara serweriya axa Iraqê, mijareke sereke ya gotûbêjên Macron û berpirsên Iraqî û Kurdistanî ye, ew yek jî di demekê de ye ku zêdetirî du mehan e Tirkiye di nav axa Başûrê Kurdistanê û Iraqê de operasyonên serbazî pêk tîne. Tê texmînkirin ku pirsgirêkên navbera Amerîka û Îranê di nav sînorê Iraqê de mijareke din a gotûbêjên herdu aliyan be.

Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa derbarê naveroka hevdîtina Macron û Nêçîrvan Barzanî de ji Rûdawê re ragihand, di civînê de mijarên girêdayî Iraqê û piştevaniya Fransa bo mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê tên gotûbêjkirin.

Emmaneul Macron berî ku serdana Iraqê bike, serdana Lubnanê kiribû û li wê derê tekezî li ser piştgiriya Parîsê bo Lubnanê û çavdêrîkirina rewşa wî welatî ji aliyê Parîsê ve kiribû.