Serokomarê Îranê Rûhanî serdana Amerîkayê dike!

07 September 2019 15:19 0 dîtin
Serokomarê Îranê Rûhanî serdana Amerîkayê dike!

PeyamaKurd - Serokomarê Îranê  Hesen Rûhanî dê serdana Amerîkayê bike û hejmarek parlamenterên welat jî wî hişyar dikin.

Serokê Lijneya Asayîşa Netewî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Mucteba Zuninur ji medyaÎranê re ragehand, herçend welatê wan li gel danûstandin û rêkeftinê ye jî, lê serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ne xwediyê desthilata danûstandinê ye.

Mucteba Zuninur ragehand, hejmarek parlamenteran beyanameyek îmza kirine û hişyarî dane Ruhanî ku dema serdana xwe ya Amerîkayê de danûstanê li gel berpirsên Amerîkayê neke, ji ber dê ew yek bibe sedemê nesaqamgîrî û têkçûna aboriya Îranê.

Hesen Ruhanî bi serokatiya şandeyek welatê xwe ve bi armanca beşdarbûna civîna 74 a Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî serdana bajarê New York a Amerîkayê dike.

Civîna Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî roja 17.09.2019ê destpê dike