Serokomarê Îsraîlê, bi Biden re dicive
PeyamaKurd- Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierre, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dê di rojên pêş de Serokomarê Îsraîlê Îahaq Herzog, serdana Amerîkayê bike û dê ligel Serokê Amerîkayê bicive.
Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, Îshaq Herzog dê di 18ê Tîrmehê de li Koşka Spî ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden bicive.
Her wiha hat diyarkirin ku "Ji ber ku Îsraîl 75emîn salvegera xwe pîroz dike, serdan dê hevkarî û dostaniya me ya mayînde derxe pêş."
Hat destnîşankirin ku di vê serdanê de Joe Biden dê pabendbûna Amerîkayê ya ji bo ewlehiya Îsraîlê jî dubare bike.
Jean-Pierre diyar kir ku herdu rêber dê li ser mijara kûrkirina entegrasyona herêmî ya Îsraîlê û derfetên avakirina Rojhilata Navîn a aram û geştir bisekinin.
Jean-Pierre da zanîn ku Joe Biden dê di hevdîtinê de girîngiya nirxên hevpar ên demokratîk binirxîne û got, “Biden dê rêyên pêşvebirina bergirên wekheviya azadî, bextewarî û ewlehiyê ji bo Filîstîn û Îsraîliyan gotûbêj bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin