Serokwezîr Barzanî, ligel Wezîrê Almanyayê civiya

03 May 2023 14:00 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, ligel Wezîrê Almanyayê civiya

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kudistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya şanda ligel Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê yê Hevkarî û Geşepêdana Aboriyê Jochen Flasbarth û Wezîrê Dewletê yê Darayî Werner Gatzer kir.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di hevdîtinê de ku Balyozê Almanya li Bexdayê û Konsulê Giştî yê Hewlêrê jî tê de amade bûn, pêşxistina pêwendiyên dualî û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Serokwezîr Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo piştevaniya Almanyayê bi taybetî di şerê li dijî rêxistina terorîst a IŞÎDê û naskirina jenosîda li dijî Kurdên Êzîdî nîşan da û tekez kir ku ew dixwazin di her warî de pêwendiyên xwe ligel Almanyayê bi pêş bixin.

Her wiha hat diyarkirin ku di civînê de qala hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê jî hatiye kirin ku Serokwezîrê Kurdistanê tekezî li ser vê yekê kiriye ku divê hilbijartin di dema xwe de werin kirin.

Her wiha hat zanîn ku li ser pêvajoya reforman a ji aliyê hikûmetê ve tê meşandin, dîjîtalîzekirina xizmetguzariyan, rewşa kampên penaberan, pêkanîna Peymana Şengalê û encamên neyînî yên guherîna avhewayê de dan û stendin hatine parvekirin.