Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihist Bexdayê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda pê re, ji bo bi Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlementoya Iraqê re çendîn hevdîtinan pêk bîne gihişt Bexdayê.
Şanda Herêma Kurdistanê ewil dê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re bicive û paşê jî bi Serokwezîr Adil Evdilmehdî re û herî dawî jî dê bi Serokê Parlementoya Iraqê Muhammed Helbûsî re were cem hev. Di hevdîtinan de tê çaverêkirin ku pirsgirêkên di navbera Iraqê û Bexdayê de werin guftûgokirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin