Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihîst Hewlêrê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo danûstandinên dualî gihîşt Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê.
Îro pêncşemê 10ê Îlona 2020an, Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê hat Hewlêrê û Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li balafirgehê pêşwaziya wî kir.
Biryar e Mistefa Kazimî li gel Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive.
Herwiha Serokwezîrê Iraqê dê serdana Duhokê bike û li wir biçe navçeya Zaxo û Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl.
Mistefa Kazimî dê serdana Kampa Qadiye ya Êzidiyan û gundekî bombebarankirî yê Amêdiyê jî bike. Biryar e, Serokwezîrê Iraqê sibe jî serdana Silêmaniyê bike.
Kazimî dê bi berprisên bilind ên Kurdistanê re, di derbarê peywendiyên dualî gotûbêjan bike.
Mistefa Kazimî piştî bûye Serokwezîrê Iraqê, yekem car e ku serdana Hewlêrê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin