Serokwezîrê nû yê Kuweytê, hat tayînkirin

05 March 2023 19:00 0 dîtin
Serokwezîrê nû yê Kuweytê, hat tayînkirin

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Kuweytê ya KUNAyê, Emîrê Kuweytê careke din Ehmed Newaf el-Ehmed el-Sabah ku nêzîkî 1.5 meh berê îstifa kiribû, ji bo avakirina hikûmetê hat erkdarkirin.

Medyaya Kuweytî, di 23yê Çileyê de ragihandibû ku hikûmeta Sabahê îstifa kiriye. Li ser vê mijarê hat destnîşankirin ku hikûmetê di qeyrana siyasî ya li gel meclisê de helwesta xwe berdewam dike û ji bo pêşnûmeqanûnên ku wekî "populîst" bi nav dike, qebûl nekiriye.

Qeyrana di navbera saziyên qanûndanîn û rêveberiyê yên li welêt de 10ê Çileyê dest pê kiribû û endamên hikûmetê, ji ber pêşnûmeya "Kêmkirina deynê krediya welatiyan" red kirin, ji rûniştina Meclîsê vekişiyabûn.

Hikûmetê, bi îdiaya ku ev pêşniyara ku nêzî 500 hezar Kuweytiyan eleqedar dike, li gorî çavkaniyên nefermî, li dijî prensîba edalet û wekheviyê ye, ji aliyê hikûmetê ve hat xwestin ku raporên li ser qanûnên ku bargiraniya darayî bi xwe re tînin, ji komîsyonên nîqaşê re bên şandin û ew destûr û çareseriyên li ser esasê lihevkirinê pêk werin."