Serokwezîrê Swêdê, pêvajoya endamtiya NATOyê nirxand
PeyamaKurd- Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku di siyaseta nû ya berevaniyê ya Swêdê de xala wan a herî girîng, endamtiya NATO ye.
Ulf Kristersson diyar kir ku ew şert û mercên Peymana Sê alî ya ku ji bo endamtiya NATOyê li Madrîdê hatibû desnîşankirin, cidî dibînin û got,
"Em şertên Peymana sê alî ya ku di 28'ê Hezîranê de di navbera Swêd, Tirkiye û Finlandiyayê de hatin destnîşankirin, gelek cidî dibînin û em bi heman cidîbûnê hevdîtinên xwe berdewam dikin. Em li ser vê mijarê, ligel Serokwezîra Finlandiyayê Sanna Marin jî her dem dan û stendinan dikin.”
Kristersson bal kişand ser şanda ku 2 hefte berê ji Tirkiyeyê hatibû û li Stockholmê ligel rayedarên Swêd û Finlandiyayê hevdîtin kiribû û got ku ew hevdîtin jî bi awayekî erênî derbas bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin