Simon Hareis bû serokwezîranê Îrlandayê

09 April 2024 20:30 0 dîtin
Simon Hareis bû serokwezîranê Îrlandayê

PeyamaKurd – Li welatê Îrlandayê ji ber ciyê serokwezîrê berê vala mabû, di parlementoyê de di dengdanê de Simon Harrisê 37 salî bû serokwezîr. Harris heya niha serokwezîrê herî gênc yê Îrlandaye.

Di dengdana parlementoyê de Simon Harris 88 deng sitend û yê li hemberê wî 69 dengan sitend. Piştî dengdanê, Harris di ser hesabê xwe yê medyayê û hem di parlementoyê de weha got:
“Ez gelek serbilindim ku bûm serokwezîr. Ji bo xeyal û bêrîkirinên xelkê Îrlandayê bicîh bînim, ez ê her roj bixebitim. Ez ê bi biryar tevbigerim û bi taybetî ez ê zorê bidim geşepêdana gundan.