SOHR: Çekdarên nenas 4 kes kustin

06 March 2023 21:18 0 dîtin
SOHR: Çekdarên nenas 4 kes kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarên Dera, Siwêda û Quneytîra yên di bin kontrola rejîma Sûriyê de, di nav 24 saetên dawî de 4 kes hatine kuştin.

Li gorî ragihandina Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li Derayê çekdarên nenas gule li ciwanekî ji bajarê Tefes ê rojavayê Derayê reşandin û ew kuştin.

Li gundê Sema Berdan ê li başûrê Siwêdayê jî, ciwanek bi guleyên kesên nenas hat kuştin. Dîsa jineke 17 salî ji ber êrîşa bi guleyan hat kuştin.

SOHRê diyar kiriye ku li derdora Mesakin Xidir a bajarê Siwêdayê jî 2 kesên li motorsîklêtê siwar bûbûn, bombe avêtine û dengê teqînê hatiye bihîstin.

Li mezreya Resim Qeta ya girêdayî bajarokê Siwêda yê li başûrê Quneytîrayê jî, çekdarên nenas gule li ciwanekî reşandin û ew kuştin.