Somalî dibe endamê Civaka Rojhilatê Afrîkayê

11 November 2023 01:45 0 dîtin
Somalî dibe endamê Civaka Rojhilatê Afrîkayê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dibe di nav vê mehê de dewleta Somaliyê bibe endamê rêxistina Civaka Rojhilatê Afrîkayê. Rêxistin di nav vê mehê de li Tanzanyayê li bajarê Arûşayê civîna xwe li dar dixe.

Sekreterê giştî yê EACê Dr. Peter Mathuki, ji bo çapemeniyê ragihand ku di 23-24e Mijdarê de civîn çêdibe û dibe ku Somalî bibe endamê rêxistinê.

Di nava endamên rêxistinê de Burundi, Kenya, Ruanda, Tanzanya, Sûdan a Bakûr, Kongo û Ûganda ku nûfûsa wan ji 300 milyonî zêdetire.