Sûdanî vexwendiyê fitara Mesrûr Barzanî ye
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Mesrûr Barzanî, îro bi beşdariya hin berpirsên hikûmeta Îraqê û balyoz, konsûl û nûnerên welatan li Çiyayê Korekê xwarinekê fitarê dide.
Tê gotin ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî bo wê fitarê hatiye vexwendin, lê hîn nehatiye piştrastikirin dê beşdar bibe yan na.
Li gorî nûçeya Rûdawê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, wê li gel şandeyeke hikûmeta Îraqê were Hewlêrê ku ji aliyên fermî yên Bexdayê û Hewlêrê ev serdan nehatiye piştrastkirin.
Hatiye diyarkirin ku Mesrûr Barzanî, îro piştî nîvro Mihemed Şiya Sûdanî ji bo beşdarî xwarina fitarê bibe vexwendiye Hewlêrê.
Ger ev serdan pêk were, piştî biryara PDKê ya beşdarnebûna hilbijartinan, ev dibe yekem serdana Sûdanî ku tê Hewlêrê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin