Swêd: Em amade ne hevdîtinê bikin
PeyamaKurd- Rayedarên Swêdê ku dan û standinên wê yên bi Tirkiyeyê re yên derbarê endametiya NATOyê de ber bi xitimandinê ve çû û ragihand ku ew amade ye bi Enqerê re hevdîtinê bike.
Serokwezîrê Swêdê Ulf Krissterson, peyama ku piştî erdhejên li Tirkiyeyê ji bo piştgiriyê amade ne parve kir. Kristersson ji Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan re peyama sersaxiyê şandin û got: "Wekî Serokê Demî yê Yekîtiya Ewropayê em amade ne ku alîkariyê bidin. "
Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, li ser mijara hevdîtinên ji bo NATOyê jî axivî û got, "Ya yekem ku divê em bikin ew e ku rewş were aramkirin. Dema ku hûn di nav agir de bin, axaftinên baş zehmet e."
Kristersson diyar kir ku ew amade ne li ser daxwaza Enqereyê muzakereyên astengkirî ji nû ve bidin destpêkirin û got, "Heta ku ew ji bo hevdîtinan amade bin, em amade ne."
Serokwezîrê Swêdê, hilbijartinên ku di meha Gulanê de dê li Tirkiyeyê bên kirin bi bîr xist û diyar kir ku ji bo ji nû ve destpêkirina hevdîtinan şert û mercên pêşwext baş in û diyar kir ku ji ber hilbijartinan tê fêmkirin ku Enqere li ser siyaseta navxweyî ye.
Piştî çalakiya ku di dawiya meha Çileyê de ji aliyê dijminê Îslamê Rasmus Paludan ve li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Stockholmê hat şewitandin, muzakereyên endamtiya NATO'yê hatin rawestandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin