Tirkiye: Serokwezîrê Swêdê, serdana Enqereyê dike
PeyamaKurd- Ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê ve daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û hat ragihandin ku Serokwezîrê Swêdê, li ser vexwendina Serokomarê Tirkiyeyê tê Tirkiyeyê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson vexwendiye û li ser vê vexwendinê dê Serokwezîrê Swêdê bi awayekî fermî serdana rayedarên Tirkiyeyê bike.
Li ser dîroka serdanê jî agahî hatin dayîn û hat diyarkirin ku dê di navbera 7 û 8ê Mijdara 2022yan de ev serdan were kirin. Her wiha hat diyarkirin ku dê di 8ê Mijdarê de li Enqereyê hevdîtineke fermî were kirin û di vê hevdîtinê de dê hemû têkiliyên navbera Tirkiye û Swêdê di ber çavan re werin derbaskirin.
Her wiha hat eşkerekirin ku dê peymana li Lûtkeya Madrîdê ya li ser endamtiya NATOyê jî bi hemû aliyan were nirxandin.
Ji bilî van rojevan jî hat zanîn ku dê li ser têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) û mijarên gerdûnî û herêmî jî dan û stendin werin kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin