Turkmen civîna meclisa Kerkûkê boykot kirin

24 August 2024 19:57 0 dîtin
Turkmen civîna meclisa Kerkûkê boykot kirin

PeyamaKurd – Turkmenên endamên meclisa Kerkûkê bi sedema hilbijartina parêzgerê Kerkûkê ya ne rewa, civîna yekem ya meclisa bajêr boykot kirin. Ragihandin ji aliyê endamê Turkmen yê meclisa bajêr Sevsen Abdulvahid Ceddu de, bo AAyê hatiye kirin.

Ceddu ragihandiye ku li ser hilbijartina parêzgerê Kerkûkê, ji bo hilbijartinê betal bike, seredana Dadgeha Bilind ya Federal kirine û li benda biryara dadgehê ne.

Ceddu gotiye heya dadgeh biryarê nede dê tevlî civînan nebin û li gor biryara dadgehê dê tevbigerin.

Endamên meclisa Kerkûkê 16 ne û di 10ê Tebaxê de 5 endamên YNKê, 3 Ereb û yek endamekî Xîrîstiyan bi temamî 9 endam li Bexdayê, di otelekî de civiyabûn û parêzger û serokê meclisê hilbijartibûn.

Rebwar Taha (YNK) kiribûn parêzger û Muhammed Hafız kiribûn serokê meclisê.

Turkmen, PDK û 3 endamên Ereb tevlî hilbijartinê nebûbûn.