Ukraynayê, êrîs birin ser hêzên Rus

30 August 2022 17:30 0 dîtin
Ukraynayê, êrîs birin ser hêzên Rus

PeyamaKurd-  Rayedarên Ukraynayê ragihand ku ji bo axên wan ên ku ji aliyê Rusyayê ve hatine dagirkirin, car din werin bidestxistin, wan dest bi êrîşan kirine. Rayedarên Rusyayê jî ragihand ku êrîşên Ukraynayê, berhewa çûne.

Berdevka Fermandariya Başûrê Ukraynayê Natalia Humeniuk ragihand ku wan dest bi êrîşên li dijî hêzên Rus kirine da ku axên dagirkirî, car din bikin bin desthilatiya xwe û Herson jî di nav qada operasyonê de ye.

Li ser vê daxuyaniyê, ji aliyê Wezareta Berevaniya Rusyayê ve jî daxuyaniyek hat dayîn û hat eşkerekirin ku êrîşên ku artêşa Ukraynayê, li herêmên Herson û Mikolayivê dane destpêkirin, bi ser neketine.

Di dewama daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rusyayê de hat ragihandin ku ev êrîş, bi fermana Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy çêbûye û bi berdewamî wiha hat gotin:

“Di encama xweparastina bihêz a yekîneyên Rus de, Hêzên Çekdar ên Ukraynayê, gelek wendahiyên giran dan. Di pevçûnan de 26 tanq, 23 maşînên şer ên piyade û 9 maşînên zirxî yên Ukraynayê, hatin jinavbirin. 2 balafirên şer ên Su-25 hatin xistin û ji 560an zêdetir leşkerên dijmin hatin kuştin. Hewila êrîşa hêzên Ukraynayê, bi ser neket.”