"Wê dema hilbijartinê neyê dirêjkirin"
PeyamaKurd – Hate zanîn ku dengdana giştî ya ku di çarçoveya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de tê kirin, danê êvarê saet 18.00an bi dawî dibe û pêvajo nayê dirêjkirin.
Berpirsê Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Neberd Omer derbarê pêvajoya hilbijartinê de daxuyaniyek da çapemeniyê.
Neberd Omer amaje bi wê yekê jî kir ku proseya dengdana giştî di çarçoveya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de saet 18.00ê bi dawî dibe û prose nayê dirêjkirin, Neberd Omer diyar kir ku ew hewl didin pirsgirêka xwendina şopa tiliyên gelek welatiyan çareser bikin.
"Yên bi pirsgirêkên şopa tiliyan, yên bi nexweşiyan, yên bi pirsgirêkên çerm" Neberd Omer diyar kir ku pêvajo baş derbas bû.
Neber Omer amaje bi wê yekê jî kir, ku ji bo dengdanê pêwîst e kertek biyometrîk û karteke din a fermî ya wêneyê wan hebe, ji ber ku xwediyên wan nehatine wan kartên dengdanê werbigirin, wan 97 kartên dengdanê ji Bexdayê re şandine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin