Dema dengdana hilbijartinên Îranê hate dirêjkirin
PeyamaKurd – Tevî ku biryar bû dengdana hilbijartinên serokomariyê yên Îranê îro 28ê Hezîranê li demjimêr 18:00 bidawî bibe jî Desteya Hilbijartinan a Îranê dema dengdanê bo demjimêr 20:00 dirêj kir.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Berdevkê Desteya Bilind a Hilbijartinan Muhsin Îslamî ragihandiye ku biryar hatiye dayîn dema dengdanê heta 20:00 berdewam bike.
Li Îranê mafê 62 milyon hilbijêran heye deng bidin û ji bo wê jî li zêdetirî 59 hezar navendan sindoq hatine danîn.
Li gorî medya Îranê ji ber beşdariya kêm dibe ku dengdan heta demjimêr 24:00ê şevê bê dirêjkirin.
Di hilbijartinên serokomariya Îranê de, namzedê reformîst Mesud Pezeşkiyan û namzedên mihafezekar Muhammed Baqirî, Seîd Celîlî û û wezîrê navxwe yê berê Mistefa Purmuhammedî ketine pêşbirkê.
Du namzedên bi navên; Elî Riza Zakanî û Emîr Huseyîn Qadizahedhaşimî jî beriya çend saetan a dengdanê ji bo piştgiriya namzedên mihafezekar vekişiyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin