Waliyê Hewlêrê Xosnaw hat Stenbolê

13 December 2024 13:03 0 dîtin
Waliyê Hewlêrê Xosnaw hat Stenbolê

PeyamaKurd – ro li Stenbolê bi beşdariya waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Civîna Şaredarên Aştî û Hevkariyê yên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dest pê kir.

'Civîna Şaredarên Aştî û Hevkariyê yên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê' ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve li Feshaneya Amîre ya Stenbolê tê lidarxistin, dest pê kir.

Umêd Xoşnaw jî wek mêvan beşdarî civînê dibe.

Ji welatên Rojhilata Navîn û Afrîkayê gelek şaredar û rêveberên herêmî beşdarî civînê dibin.

Civîn bi axaftina Îmamoglu dest pê kir, di rûniştinên ku dê li ser gelek mijaran bên kirin ya civîna ku tê plankirin 2 rojan dê berdewam bike li ser hevkarî û aştiyê nîqaş bên kirin.