Wezîrên Tirkiyê li Samê ne

13 March 2025 19:02 0 dîtin
Wezîrên Tirkiyê li Samê ne

PeyamaKurd - Wezîrên Derve û Berevaniyê yên Tirkiyê û Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiye (MÎT) piştî peymana navbera Serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Abdî serdana Şamê kirin.

Hate ragihandin ku Wezîrên Derve û Berevaniyê yên Tirkiyê, Hakan Fîdan û Yaşar Guler û Serokê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Îbrahîm Kalin gihîştin Şam a paytexta Sûriyê.

Hêjayî gotinê ye, ev serdana berpirsên Tirkiyê piştî peymana navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Abdî û Serokomarê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera pêk tê.

Derbarê naveroka serdanê de ti hurgilî nehatine belavkirin, lê tê çaverêkirin bi berpirsên rêveberiya nû ya Şamê re çend hevdîtinan bikin.