Wezîra bergiriyê ya Îtalya gihîst Hewlêrê

08 May 2018 19:40 0 dîtin
Wezîra bergiriyê ya Îtalya gihîst Hewlêrê

PeyamaKurd- Wezîra bergiriyê ya Îtalyayê Roberta Pinotti di van sietan de gihîşt payîtexta Kurdistanê Hewlêrê. Roberta Pinotti li balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê wezîrê karên hundir yê Kurdistanê Kerîm Şingalî ve hat pêşîwazîkirin. Şingalî di heman demê de bi wekaletî wezareta pêşmerge jî dimeşîne.

Sedemê seredana wezîra Îtalya bi temamî nehat diyarkirin lê dibe ku di asta bilind de bi rêvebirên Kurdistanê re hevdîtinan bike. Hem Îtalya hêzeka wan ya leşkerî li Kurdistanê heye ku di nava koalisyona li dijî DEAŞê de ciyê xwe digre. Hêza Îtalyayî di heman demê de alîkariya hêzên peşmerge dike û li Kurdistanê hatiye bicîhkirin.