Serokwezîra Îtalyayê tê Hewlêrê: Wê Serokwezîr Barzanî pêswaziyê lê bike
PeyamaKurd – Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Melonî ku tê çaverêkirin îro serdana Herêma Kurdistanê bike, li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve tê pêşwazîkirin.
Tê çaverêkirin îro Melonî ligel her du wezîran serdana Herêma Kurdistanê bike. Serokwezîr Barzanî wê li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwaziya Melonî bike.
Melonî roja 8ê Kanûnê di nameyekê de ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re nivîsîbû: “Pêwendiyên dostane yên navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê dîrokeke dirêj e. "Her du alî kêşeyên ewlehî û aramiyê parve dikin."
Melonî dupat kir, welatê wê dixwaze pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bihêztir bike û tekezî li ser pêşxistina têkeliyên dualî bi taybetî di warên bazirganî, çandinî û enerjiyê de kir
Melonî gotibû, "Ez li bendê me ku di demek nêzîk de bi we re rûbirû hevdîtinê bikim."
Melonî pêştir ragihandibû, wê ligel her du wezîran serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin