Serokwezîra Îtalyayê, derbasî Hewlêrê bû

23 December 2022 17:30 0 dîtin
Serokwezîra Îtalyayê, derbasî Hewlêrê bû

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên destpêkê, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni gihîşt Herêma Kurdistanê û li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, ji aliyê Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat eşkerekirin ku di vê serdana Serokwezîra Îtalyayê de dê serdanên fermî ligel serkirdeyên Herêma Kurdistanê bên kirin.

Hat ragihandin ku Meloni dê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive û piştre dê serdana tîma şêwirmend û serbazên Îtalyayê ya li Hewlêrê bike.

Li Herêma Kurdistanê, 300 serbazên Îtalyayê hene û di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî terorên IŞÎDê de rahênana Hêzên Pêşmerge dikin.

Her wiha hat ragihandin ku dê di sala nû de Îtalya perwerdehiya Hêzên Pêşmerge berdewam bike û tê payîn ku hejmara hêzên xwe yên li herêmê jî zêde bike.