Serokwezîra Îtalyayê, ji bo Serokwezîr Barzanî name sand
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê hatin ragihandin, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, ji bo Serokwezîr Barzanî nameyeke şandiye. Hat diyarkirin ku di nameyê de li ser pêwendiyên dostane ya navbera herdu aliyan jî hatiye rawestandin.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku Serokwezîra Îtaliyayê Meloni, di nameya xwe de ya ku ji bo Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şandiye de amaje kiriye ku pêwendiyên dostane yên navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê, xwedî dîrokeke dûr û dirêj e û herdu alî jî di rûbirûbûna kêşeyên li pêşiya ewlehî û aramiyê de hevbeş in.
Hat diyarkirin ku Melonî daxwaza Îtalyayê ya bihêzkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê dubare kiriye û bi taybetî li ser bipêşxistina pêwendiyên dualî ya di warê bazirganî, çandinî û enerjiyê de rawestiyaye.
Di hûrgiliyên hatin eşkerekirin de hat zanîn ku Serokwezîra Îtalyayê ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, hêvî kiriye ku ev hikûmet bibe sedema bihêzkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê da ku armanca hevbeş a aştî, geşepêdan û bexteweriyê çêbibe.
Her wiha hat zanîn ku di dawiya nameyê de, Giorgia Meloni ragihandiye ku ew li benda derfetekê ye ku di demeke nêzîk de ligel Serokwezîr Barzanî hevdîtinek bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin