Zelenski: 10 Ûkraynayî serbest hatin berdan
PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenski ragihand ku 10 Ûkraynayiyên ku li Rûsya û Belarûsê dîl hatibûn girtin serbest hatin berdan. Di nav dîlên serbest berdane de siyasetmedar û rahîb jî hene.
Zelenski ragihand ku di nav dîlên serbest berdayî de yek siyasetmadar û 2 rahîb hene. Siyasetmedar a Kırımê ya Tatar, Nariman Djelal û rahîb yên Ûkrayna yên katolîk hene ku bi navbeynkariya Vatîkanê hatine berdan. Zelenski got:
“Me karibû ji bin esareta Rûsyayê 10 hemwelatiyên xwe paşde bînin. Hemûyan serbest berdan û niha li Ûkraynayê li malên xwe ne. Sipasiya Vatîkanê dikim.”
Ji dîlan hinek ji wan ji sala 2017an heya niha dîlin û di zîndanê de bûn. Moskova wan deverên rojhilatê Ûkraynayê diparast.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin