10 endam xwestin ku NH lêpirsîna êrîsên nexwesxaneyan bikin
PeyamaKurd- 10 welatên Konseya ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî bang li sekreterê giştî yê NH li Antonio Guterres kirin ku bo êrîşên nexweşxaneyên Idlibê lêpirsîn bêkirin. Wan dewletan Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Belçîka, Komara Domînîk û Endonesya ne. Bo lêpirsînê Rêxistina Çavdêriya ya Mafên Mirovan (HRW) jî destekê da wan dewletan.
Rêvebirê HRW yê Neteweyên Hevgirtî Louis Charbonneau, di mijarê de bi awayeka nivîskî ragihand ku gelek caran ew koordînatên ciyên ku nexweşxane an ciyên tenduristiyê ne, dane Rûsya û Rejîma Sûriyê lê tevî wan jî ew dever hatine bombekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin