15 rojnamevanên ku 13 meh in girtî bûn hatin berdan

12 July 2023 19:24 0 dîtin
15 rojnamevanên ku 13 meh in girtî bûn hatin berdan

PeyamaKurd – Di rûniştina îro 12ê Tîrmehê ya li Dadgeha Cezayên Giran a 4emîn a Diyarbekirê de, 15 rojnamevanên ku zêdetirî salek berê hatibûn girtin, hatin tehlîyekirin.

8ê Hezîrana 2022yan 18 rojnamevan li Diyarbekirê hatibûn binçavkirin û piştre jî 16ê Hezîrana 2022yan jî 15 kes ji wan hatibûn girtin. Dadgeha Diyarbekirê, îro Çarşemê di yekemîn danişîna rojnamevanan de, bi şertê kontrola edlî biryara tehlîyekirina 15 rojnamevanan da.

Piştî biryara dadgehê; Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abidîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi şertê kontrola edlî ji girtîgehê hatin berdan.