SOHR: Efûya Esed bi ser neket, tenê 252 girtî hatine berdan!

04 May 2022 18:32 0 dîtin
SOHR: Efûya Esed bi ser neket, tenê 252 girtî hatine berdan!

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li ser efûya ku çend roj berê Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihandibû diyar kir ku heta niha ji bi hezaran girtiyan tenê 252 girtî hatine berdan.

SOHRê li ser hejmara girtiyên ji ber efûyê serbest hatine berdan ragihand, 252 girtî heta niha hatine berdan ku diviyabû di çarçoveya efûyê de bi hezaran girtî bihatina berdan.

Herwiha hatiye diyarkirin ku heta niha amarên fermî yan jî lîsteyên navên girtiyên sûdê ji efûyê bigirin jî nehatine amadekirin.

Li gorî çavkaniyên ji Sûriyê komên wekî Dîfa Watanî û komên din ên li herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyê dimînin jî ji yasaya efûyê Beşar Esed ne razî ne.

SOHRê daye xuyakirin; di girtîgehên hikumeta Sûriyê de, 969 hezar û 854 girtî hene. 155 hezarên wan di destpêka aloziya Sûriyê de sala 2011an hatine girtin.

Dîsa li gorî rapora SOHRê di girtîgehên rejîma Sûriyê de ji destpêka şer û aloziya Sûriyê ve zêdetirî 105 hezar kes bi îşkenceyê hatine kuştin.