150 malbatên din ên Îraqî ji Kampa Holê hatin vegerandin
PeyamaKurd - Ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve 150 malbatên Îraqî yên endamên DAIŞê ku hejmara wan 700 kes in, bi parastineke ewlehiyê ya tund ji Kampa Holê hatin derxistin.
Li agahiyên ragihandî dê ew malbat li Kampa Cedayê ya li parêzgeha Mûsilê bicihkirin.
Vegerandina penaberên Îraqî ji Kampa Holê di çarçoveya koordînaya navbera Rêveberiya Xweser, Komîteya Koçber û Penaberan a Meclisa Nûneran a Îraqê de pêk tê.
Berî du mehan 174 malbatên din ên Îraqî jî, ji Kampa Holê hatibûn vegerandin.
Rawêjkarê Encumena Asayîşa Iraqê, Qasim El-Eerecî, gotibû ku di derdora 25 hezar welatiyên Îraqî, li Kampa Holê hene.
Kampa Holê dikeve başûrê bajarokê Holê yê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê û ew kamp di bin desthilata Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin