17 HDPyî hatin girtin û qeyûm danîn ser saredariya Qersê

02 October 2020 12:04 0 dîtin
17 HDPyî hatin girtin û qeyûm danîn ser saredariya Qersê

PeyamaKurd Di çarçoveya lêpirsîna çalakiyên Kobanî de, Serdozgeriya Komarî ya Enqerê ji nav 20 kesên hatibûn binçavkirin, 17 kes girtin û qeyûm danîn ser şaredariya Qersê.

Dozger bi daxwaza girtina 20 kesan, ew veguhestin dadgehê û li ser Nazmi Gur, Ayla Akat Ata, Emine Ayna, Emine Beyza Ustun, Bircan Yorulmaz, Bulent Barmaksız, Can Memiş, Dilek Yaglı, Gunay Kubilay, Zeki Çelik, Ali Urkut, Pervin Oduncu, Alp Altınors, Berfin Ozgu Kose, Cihan Erdal, Ayhan Bilgen û Îsmail Şengun biryara girtinê hat dayîn.

Sirri Sureyya Onder, Altan Tan û Gulfer Akkaya jî bi mercê kontrola dadî, hatin berdan.

Herwiha piştî Hevşaredarê Qersê Ayhan Bilgen di 25ê mehê de hat girtin û Hevşaredara wî Şevîn Alaca jî ji kar hat dûrxistin, qeyûm danîn ser şaredariya Qersê.

Bi biryara Wezareta Karûbarên Hundurîn a Tirkiyê, Parêzgar Turker Oksuz bo şaredariya Qersê weke qeyûm hat tayînkirin.