17 kesan wefat kir û 1349 kesên din bi koronayê ketin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1349 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kes jî pê mirine.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe ya îro Çarşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1349 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 359 kes li Hewlêrê, 540 kes li Silêmaniyê, 325 kes li Duhokê, 36 kes li Helebceyê, 68 kes li Germiyanê û 21 kes li Raperînê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 4 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1246 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 300 kes li Hewlêrê, 498 kes li Silêmaniyê, 354 kes li Duhokê, 37 kes li Helebceyê, 42 kes li Germiyanê û 15 kes li Raperînê ne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 330868 kesan, ya mirinan bû 5855 kes û heta niha 296718 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin