2 leskerên Amerîkî hatin kustin, 6 jî birîndar bûn
PeyamaKurd - Artêşa Amerîkayê ragihand ku 2 leşkerên wan di êrîşeke çekdarî li Rojhilatê Afganistanê hatine kuştin û 6 jî birîndar bûn .
Berdevkê hêzên Amerîkî li Afganistanê eşkere kiriye ku êrîş li herêma Ningirhar piştî vegera hêzeke Amerîkî-Afganî ji xebateke leşkerî pêk hatiye.
Berdevkê hêzên Amerîkî herwiha ragihand ku ew heta niha lêkolînê li ser bûyerê dikin û sedema pêkanîna wê êrîşê hîn nediyar e.
Li gorî artêşê Amerîkî ku dibêje; ji raporan diyar dibe kesekî bi cilên leşkerî yên atrêşa Afganî gule li hêzên Amerîkî û Afganî de reşandine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin