2 mosek li nêzîkî Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê ketin
PeyamaKurd - Du moşek li Navçeya Kesk a Bexdayê ya ku Balozxaneya Amerîkî lê ye ketin.
Li gorî nûçeya K24ê, şeva borî dengê 2 teqînên bihêz li herêma kesk a Bexdayê hatin bihîstin û zengilê agahdarkirinê jî li Balozxaneya Amerîkî hat lêdan.
Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, 2 moşekên ji cureya “Katyuşa” li herêma kesk ketin, lê ziyanên canî çênebûn.
Êrîşa ser Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê piştî wê yekê tê, pêr bi şev Îranê hejmarek binkeyên leşkerî yên Amerîka li Iraqê bi moşekan armanc kir.
Şeva borî jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ew destê aştiyê ji her aliyekî ve dirêj dikin, ku bixwaze aştî bicih bibe, lê rê nadin Îranê bi çalakiyên xwe yên ajawane berdewam bibe.
Trump herwiha got, Amerîka nexwaze moşekên bihêz û çekê pêşketî bikar bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin