Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê rastî êrîseke mosekî hat

19 December 2021 12:04 0 dîtin
Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê rastî êrîseke mosekî hat

PeyamaKurd – Li paytexta Iraqê Bexdayê îro danê sibehê êrîşeke moşekî li Herêma Kesk pêk hat ku moşek li nêzîkî Balyozxaneya Amerîkayê ket.

Şaneya medyaya ewlehiya Iraqê ragihandiye, îro danê sibê Herêma Kesk ya Bexdayê rastî êrîşa moşekî hatiye ku moşek bo balyozxaneya Amerîka hatine avêtin.

Hat diyarkirin ku yek ji moşekan ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve hatiye teqandin û ya din jî 500 metran dûrî balyozxanê ketiye ku do otomobîlan ziyan dîtiye û ti ziyaneke canî çênebûye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hêzên ewlehiya Iraqê dimildest dest bi lêkolînan û diyarkirina cihê ku moşek jê hatine avêtin kirine.