2 otobusên xwendevanan qeza kirin: 27 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Anedolê li navça Gulşehir a bi ser bajarê Newşehirê du otobusên ku li pey hev diçûn û di wan de piranî xwendevanên zakoyê hebûn, lihev ketin û di encamê de 27 xwendevan birîndar bûn. Qeza li dora 19.00 ê êvarê çêbû.
Xwendevanên di otobusan de diçûn ji bo geştûguzariyê. Li ser qeayê gelek tîmên polîsan, cendirme, tenduristiyê û îtfaiyê çûn ciyê qezayê. Birîndaran birin nexweşxaneyan û li ser qezayê lepirsîn dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin