300 çekdar û malbatên wan li Serêkaniyê hatin bicihkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku zêdetirî 300 çekdarên ser bi Tirkiyê ve tevî malbatên xwe li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê hatin bicihkirin.
Ajansa SANA ya Sûriyê ragihand ku artêşa Tirkiyê û komên çekdarên bi ser ve, zêdetirî 300 çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike digel jin û zarokên wan, li Serêkaniyê di malên xelkê ku hatine koçberkirin de hatin bicihkirin.
Di nûçeyê de tê gotin ku Tirkiye projeya bicihkirina koçberan a li Rojavayê Kurdistanê berdewam dike ku dixwaze demografiya herêmê biguherîne.
Herwiha hat diyarkirin ku artêşa Tirkiye û komên çekdar, navçeya Zerganê bi top û çekên giran kirine armanc û artêşa Sûriyê jî bersiva wan êrîşan daye û cihê top jê dihatin avêtin topbaran kiriye.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girêspî li platformên navdewletî dabû xuyakirin ku ew dê bi qasî 1 milyonek penaberan li herêma ewle bicih bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin