4 rojnamevanên hatibûn binçavkirin, hatin girtin
PeyamaKurd – Zêdetirî sed rojnamevan, hunermend, siyasetmedar û parêzêrên ku du roj berê bi biryara serdozgeriya Diyarbekirê, li 21 bajaran hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan derxistin pêşberî dadgehê.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, bi tevahî ji bo 216 kesan biryara binçavkirinê derxistibû û li 21 bajaran 128 kes jî hatibûn binçavkirin.
Kesên hatine binçavkirin îro 27ê Nîsanê li Diyarbekirê derdikevin pêşberî dadgehê û heta niha ji bo hejmarek kesan biryara girtinê hatiye dayîn.
Hat ragihandin ku piştî îfadeyên li 3yemîn Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Diyarbekirê, rojnamevan Abdurrahman Gok, Mehmetşah Orûç, Bêrîtan Canozer û Remzî Akkaya hatin girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin