NY: Rojnamevanên biyanî yên ji aliyê Talîbanê ve hatibûn girtin hatin berdan

14 February 2022 19:01 0 dîtin
NY: Rojnamevanên biyanî yên ji aliyê Talîbanê ve hatibûn girtin hatin berdan

PeyamaKurd – Komîseriya Bilind a Penaberan li Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku 2 rojnamevan û karmendekî NY yên li Afganistanê ji aliyê hêzên Talîbanê ve hatibûn girtin, hatine berdan.

Di daxuyaniya nivîskî ya NY de spasiya aliyên fikarên xwe anîne ziman hat kirin û hat diyarkirin, rojnamevan û karmendê ligel ofîsa NY ya Afganistanê dixebitîn û hefteya borî 11ê Sibatê hatibûn binçavkirin, piştî rojekê hatine berdan.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku ew dê li Afganistanê bimînin û li kêleka gelê Afgan bin. Yek ji rojnamevanên hatibû girtin, xebatkarê berê yê BBCyê Andrew North ê îngilîz bû.

Li aliyê din Berdevkê Rêveberiya Hikûmeta Demkî ya Afganistanê û Talîbanê Zabihullah Mucahîd jî girtina rojnamevanan piştrast kiribû, lê li ser sedema binçavkirina karmendê NYyê tiştek negotibû.