Semsûr | 10 cotkarên tutinê yên hatibûn binçavkirin hatin girtin

12 July 2021 14:25 0 dîtin
Semsûr | 10 cotkarên tutinê yên hatibûn binçavkirin hatin girtin

PeyamaKurd - Li Semsûrê 10 cotkarên tutinê yên li dijî qedexeya ser hilberîn û firotina tutinê xwepêşandan kiribûn û hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Cotkarên tutinê yên ku li dijî yasaya bi hinceta nebûna belgeya kar qedexe li ber hilberîn û firotina tutinê hatibû dayîn, xwepêşandan kiribûn û daxwaza vegera ji wê biryarê kiribûn.

 Li bajarê Semsûrê yê bakurê Kurdistanê, 16 cotkarên tutinê yên ji ber nerazîbûna dijî wê qanûnê hatibûn binçavkirin.  

Hat ragihandin ku cotkarên ku îfade dane dozgeriyê, bi hinceta "muxalefetkirina li qanûna meş û çalakiyan", "astengkirina peywira karmendan" û "Bi girtina rê ve astengkirina azadiya seyahatê" daxwaza girtina wan hat kirin.

10 cotkar bi heman îdiayan hatin girtin û 6 cotkar jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.