50 dewlet bo Kesmîrê bang li Hindistanê kirin

11 September 2019 00:50 0 dîtin
50 dewlet bo Kesmîrê bang li Hindistanê kirin

PeyamaKurd- Di 42 emîn celseya Neteweyên Hevgirtî ya Konseya Mafê Mirovan de, ji 50 dewletî zêdetir dewlet, bi sedema rakirina statuya Keşmîrê ya otonom ji aliyê Hindistanê de û bo rawestandina binpêkirina mafên mirovan bang li Hindistanê kirin. Di ser 50 dewletan de, dewlet ji Hindistanê xwestin ku binpêkirina mafê mirovan li herêma Keşmîrê bidin sekinandin.

Civîna mafê mirovan ya ku li Cenewre çêbû, bi giranî tê de li ser mijara Keşmîrê axaftin hatin kirin. Îro wezîrê karên derve yê Pakistanê Şah Mahmud Kureyşî di mijara Keşmîrê de axaftineka dirêj kir û piştî axaftinê gelek dewlet belavoka li dijî Hindistanê îmzekirin.

Di balevokê tê ragihandin ku statuya Keşmîrê ya taybet ya otonom ji aliyê meclisa Hindistanê de hatiye rakirin û li wê derê piştî 5 ê tebaxê mafê mirovan tê binpêkirin û halê wê derê nexweş bûye.