AFP: Erdogan xwest sandekê bisîne Samê, lê Esed red kir!

23 November 2022 19:10 0 dîtin
AFP: Erdogan xwest sandekê bisîne Samê, lê Esed red kir!

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan xwestiye ji bo asayîkirina têkiliyên herdu welatan şandekê bişîne Şamê, lê Beşar Esed ev daxwaza Erdogan red kiriye û gotiye, divê şandên Tirkiye û Sûriyeyê li welatekî sêyem bicivin.

Ajansa Associated Press (AP) ragihandiye ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi riya rayedarên Îranê ji Serokê Suriyeyê Beşar Esed re peyam şandiye û xwestiye, arteşa Sûriyeyê, Rojavayê Kurdistanê bixe kontrola xwe û nehêle gaz û petrol ji aliyê Kurdan ve were bikaranîn û penaberên Sûrî yên li Tirkiyeyê jî bên vegerandin.

Li gorî nûçeyê, Erdogan herwiha xwestiye, şandekê ji Enqerê bişîne Şamê, lê Beşar Esed daxwaza Erdogan red kiriye û gotiye, divê şandên Tirkiyeyê û Sûriyeyê li welatekî sêyem werin ba hev.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, herî dawî li Parlamentoya Tirkiyeyê da xuyakirin ku ew amade ye ligel Beşar Esed bicive û gotiye, di dema herî guncav de gav têne avêtin.