Agir bi geliyê Duhokê ket: Bi sedan donim dar û zevî sewitîn

09 July 2021 10:32 0 dîtin
Agir bi geliyê Duhokê ket: Bi sedan donim dar û zevî sewitîn

PeyamaKurd – Agir bi geliyê Duhokê ket û di encamê de bi sedan donim dar û zevî şewitîn.

Berdevkê polîsê berevaniya sivîl li Duhokê Bêwar Ebdulezîz daye zanîn, piştî şewata çiyayê Zava, agir bi geliyê Duhokê jî ket.

Bêwar Ebdulezîz herwiha diyar kir, ji ber wê şewatê bi sedan donim zevî û dar û pûş şewitîn. Herwiha ji ber wê şewatê ziyanek mezin gihîşt jîngeha deverê û çendîn koşkên geştiyarî jî tê de şewitîn. Lê hîn nehatiye zanîn ka ew şewat çawa derketiye.