Agirbesta di navbera Hamas û Îsraîlê de: Hûrgilî hatin diyarkirin!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îsraîl û Hamasê li ser agirbesta li Xezzeyê li hev kirine.
Metna nefermî ya 'Pêvajo û Mekanîzmayên Bicihanîna Peymana Pevguhertina Rehîn û Girtiyên Filistînî û Vegera Aştiya Daîmî' jî hat eşkerekirin.
Peyman van xalên jêrîn pêk tîne:
“Armanca her du alî û navbeynkaran ew e ku ji bo cîbicîkirina rêkeftina pevguhertina dîl û girtiyan ya 27ê Gulana 2024an bigihin rêkeftineke dawî û bidestveanîna aramiyeke mayînde ku bibe sedema agirbesteke mayînde.
Hemû tedbîrên qonaxa yekem wê di qonaxa duyem de jî berdewam bin û danûstandin li ser mercên pêkanîna qonaxa duyem berdewam in. Garantorên peymanê ji bo ku muzakere ji bo lihevkirinê bidomin xebatên xwe didomînin."
Vekişîna Artêşa Îsraîlê
Artêşa Îsraîl wê ji herêmên niştecihbûyî yên li ser sînorê Şerîda Xezzeyê ber bi rojhilat ve vekişe. Di nav de Gaza Wadi (Korîdora Netzarim û Meydana Kuweytê) heye. Hêzên Îsraîlî wê li pênc xalên destnîşankirî li ser 700 metreyî bi cih bibin, ku ev mesafe wê bibe 400 metre.
Pevguhertina dîl û girtiyan
9 rehîneyên nexweş û birîndar ên Îsraîlî yên ji lîsteya 33 kesan wê bên berdan û li hember vê jî 110 girtiyên Filistînî yên ku cezayê muebbetê li wan hatiye birîn, wê bên berdan.
Îsraîl wê 1000 girtiyên Gazzeyê yên ku di 8ê Cotmeha 2023an de hatibûn girtin û beşdarî êrîşa 7ê Cotmeha 2023an nebûn, berde.
Korîdora Philadelphia
Artêşa Îsraîlê di çarçoveya qonaxa yekem de wê gav bi gav ji herêma korîdorê vekişe.
Di qonaxa yekem de rehîneyê dawî di roja 42yemîn de tê berdan û divê artêşa Îsraîlê di maweya ku ji 50 rojan zêdetir neke de vekişe.
Deriyê Sînor ê Refahê
Piştî ku hemû jinên sivîl û leşker bên berdan wê ji bo derbasbûna sivîl û birîndaran bê vekirin. Wê derbasbûna Deriyê Sînor ê Îsraîlê amade bike.
Her roj 50 leşkerên birîndar û ji her yekî 3 rêhevalên wê dê ji deriyê sînor derbas bibin. Her hevalên wê refeqatê bike, wê ji Misir û Îsraîl erêkirinê bixwaze.
Deriyê sînor wê di çarçoveya peymanên Tîrmeha 2024an de bê vekirin.
Protokola alîkariya mirovî
Rêbazên belavkirina paketên alîkariyên mirovî wê li gorî protokolên mirovî yên lihevkirî li gorî peymanan û di bin çavdêriya welatên navbeynkar de bêne kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin