Ajansa Fars: Di kustina Heniyye de roketên ji hewayê ber bi erdê ve hatin bikaranîn
PeyamaKurd – Ajansa nîvfermî ya Fars Newsê ya Îranê nivîsî ku di lêkolînên destpêkê yên derbarê kuştina Serokê Mekteba Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye de, hat diyarkirin ku ev sûîqast bi roketeke ku ji hewayê ber bi erdê ve hatiye avêtin, hatiye kirin.
Ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Fars, ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Artêşa Pasdarên Şoreşê re tê naskirin, zanyariyên ku di derbarê lêkolînên destpêkê yên derbarê kuştina Heniyye rêberê Hamasê de, ku weke mêvaneke fermî li Îranê li mala xwe hatibû kuştin, parve kir.
Hat diyarkirin ku li bakurê Tahranê li qata çaremîn a mala ku Heniyye wek mêvan lê dima, roketeke hewa-erd hat avêtin û di encama teqînê de camên oda ku Heniyye tê de bû hatin rûxandin.
Hat destnîşankirin ku di encama lêkolînan de hat tespîtkirin ku sûîqest teqez "çalakiyeke leşkerî" ye ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin