Alîkariya ewil bi rêya deryayê gihîste Xezzeyê

20 March 2024 11:46 0 dîtin
Alîkariya ewil bi rêya deryayê gihîste Xezzeyê

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) ragihand ku operasyona gihandina alîkariyê ya ewil bi rêya deryayê ji bo bakurê Şerîda Xezzeyê di sibeha 19ê Adarê de temam bûye.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Wezaretê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku duh danê sibê bi hevkariya konvoya Bernameya Xwarinê ya Dinyayê ya ku ji Metbexa Navendî ya Cîhanê (WCK) ku navenda wê DYA ye, gelek alîkarî hat şandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di sewqiyata ewil a deryayê de bi qasî 200 ton birinc, ard û proteîn hatin hilgirtin. Hat diyarkirin ku keştiya alîkariyê ya duyemîn a Îdareya Qibrisê ya Yewnan a Başûrê Qibrisê (GCASC) ji bo 240 ton alîkariyê ji bendera Larnakayê bigihîne Xezzeyê hat amadekirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ku Îmarat 21 hezar ton keresteyên lezgîn gihandine Xezzeyê ku di nav wan de erzaq, av û keresteyên tibbî jî hene ji bo ku alîkarî bidin Xezzeyê.

Di daxuyaniya wezaretê de derbarê keştiya alîkariyê ya duyemîn de wê kengê bi rê bikeve agahî nehat dayîn.